Welatiyê bi temen Mihemed Emîn Mihemedî ji bo derbaskirina cezayê 2 salan bo girtîgeha Nexedeyê hat veguhastin

12:00 - 13 Hezîran 2024

Roja Duşemî 21’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Emîn Mihemedî” temen 73 salî û xelkê Pîranşarê, ji bo derbazkirina cezayê du saliya xwe bo girtîgeha Neqedeyê hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek haydar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev welatiyê bi temen, pêştir bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Pîranşarê ve bi du sal heps hatibû cezakirin. 
 
Çavkaniya agahdar a Kurdpayê daye zanîn ku; Mihemedî pêştir li hember biryara dadgeha nerazîbûna xwe nîşandabû, lê dadgeha pêdaçûnê cezayê wî yê du sal heps her wek berê ragihand. 
 
Mihemed Emîn Mihemedî xelkê gundê Temerçîn a ser bi bajarê Pîranşarê ye. Roja 13ê Xermanana sala 1402an a Rojî, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Ev welatiyê Kurd piştî 75 rojan ji binçavkirinê, bi danîna barimteyê bi awaye demkî heta bidawîhatina dozê hatibû berdan.