Li sînorê “Tete” ya Hewramanê kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin

09:40 - 24 Hezîran 2024

Êvara roja Pêncşemî 31’ê Cozerdana sala 1403’an a Rojî, kolberekî Kurd ê bi navê “Erkan Balwase” yê xelkê Merîwanê, li sînorê “Tete” ya Hewramanê, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev kolber ti barekî qaçax hilnegirtibû hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane wî. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Termê vî kolberî roja Înê 1ê Pûşpera 1403an a Rojî, bo nexweşxaneya Merîwanê hat veguhastin û li bajarê wî hat veşartin. 
 
Arkan Balwaseh temen 29 salî kurê Mihemed xelkê gundê “Celîleh”a navçeya Serşio ya Merîwanê ye.