Merîwan; Ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên artêşa Îranê ve hat kuştin

10:57 - 28 Gulan 2024

Roja Yekşemî 6’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, ciwanekî Kurd bi navê “Ajvan Kiyanî” kurê Ehmed, li derdora bajarê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewleta Îranê, hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Li ser rêya Garanê ya di navbera Merîwan û herêma Kumasî ya vî bajarî de, bêyî hişyariyek berê, hêzên leşkerî yên dewletê rasterast gule berdane vî ciwanê di hundirê tirombîlê de. 
 
 Termê Ajvan Kiyanî bo navendên pizîşkî yên Merîwanê hatiye veguhastin û heta niha jî radestî malbata wî nehatiye kirin.