Girtîgeha Nexede; Çalakvanê medenî Hacî Berze bi danîna barimteya 2 milyard û 500 milyon Tûmenî hat berdan

10:54 - 28 Gulan 2024

Roja Duşemî 7’ê Cozerdenana 1403’an a Rojî, Hacî Berze, çalakvanê medenî û birayê Bapîr Berze girtiyê siyasî yê Kurd, bi danîna barimteya 2 milyar û 500 milyon Tûmenî, ji girtîgeha Nexede bi awayekî demkî hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê medenî ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Urmiyê hatibû veguhastin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Nexede hatibû veguhastin. 
 
Roja Çarşemî 19ê Banemera 1403`an a Rojî, Hacî Berze bêyî nîşandana belgeya dadgehê, li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibù binçavkirin. 
 
Hacî Berze birayê Bapîr Berze, girtiyê siyasî xelkê gundê “Çiyane” a ser bi bajarê Pîranşarê ye, ku roja Şemî 23’ê Befranbara  a 1402’an a Rojî bo derbazkirina cezayê xwe bo girtîgeha Nexede hatibû veguhastin. 
 
Heta niha ti zanyariyên berfireh li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd bi dest neketin.