Merîwan; Binçvkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

23:41 - 26 Gulan 2024

Di heyama çend rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd bi navê “Îbrahîm Xîşkar” xelkê gundê “Dil” a ser bi Seriwavayê û rûniştiyê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlehiyê li yek ji cadeyên Merîwanê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçavkirin e. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Piştî binçavkirinê, ev welatiyê Kurd bo cihekî nediyar veguhastin û heta niha ji mafê hebûna parêzer, serdan û pêwendiya telefonî bi malbata xwe re bê par maye. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Îbrahîm Xîşkar de ti zanyariyek berdest nîne.