Şino; Sabir Îbrahîmî bi danîna barimtetê hat berdan

19:10 - 12 Gulan 2024

Roja Şemî 22’ê Banemera 1403’an a Rojî, ciwanekî Kurd bi navê “Sabir Îbrahîmî” xelkê bajarê Şinoyê, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha vî bajarî, bi awayekî demkî hat azadkirin. 
 
Ev welatiyê han ji bo lêpirsînê birin girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê û piştî bidawîhatina lêpirsînê bo girtîgeha Şinoyê hat veguhastibûn. 
 
 Îbrahîmî ji bo wergirtina îtirafên bi zorê, li girtîgeha Îtlaata Urmiyê di bin zexta hêzên ewlehiyê de bû. 
 
Roja Sêşemî 29’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, hêzên ewlehiyê ev welatiyê hanê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, li cihê karê wî binçav kiribûn. 
 
Sabir Îbrahîmî, 24 salî, kurê Hisên xelkê gundê “Elkawî” a ser bi bajarê Şinoyê ye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Îbrahîmî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.