Girtiyekî xelkê Selmasê li girtîgeha Erdebîl hate îdamkirin

23:34 - 30 Nîsan 2024

Sibeha roja Sêşemî 11ê Banemera 1403an, girtiyê bi navê “Feramerz Muradî” kurê Fetah xelkê gundê “Herekiyan” a ser bi navçeya Şipîran Selmasê, li girtîgeha navendî ya bajarê Erdebîlê hate îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev girtiyê han nêzî çar salan berî niha bi tohmeta  “Kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû destbiserkirin û pişt re ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lêhatibû birîn . 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.