Kemal Lotfî bavê Riza Lotfî, yek ji Kemal Lotfî bavê Riza Lotfî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Gen Jiyan, Azadî li Dêhgolanê, bi 5 sal heps hat cezakirin

17:08 - 17 Nîsan 2024

Kemal Lotfî bavê Riza Lotfî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Dêhgolanê, ji aliyê dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 5 sal heps hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, li ser esasê biryarê, Lotfî bi tohmeta “Propagandaya li dijî hikûmetê”, “bêrêzîkirin li rêberê dewleta Îranê” bi du sal heps û “bêrêzîkirin b damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê" du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev ceza beriya du mehan ji vî welatî re hatiye ragihandin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Roja Sêşemî 21ê Xakelêweya 1403an a Rojî, Kemal Lotfî piştî gazîkirina bo dozgeriya giştî û şoreşa bajarê Qorwê hate binçavkirin û heya niha ti agahî li derheq çarenivîs û cihê ragirtina wî de nînin. 
 
Kemal Lotfî di 27’ê Xakelêweya 1402’an de li yek ji kolanên bajarê Dêhgolanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştir navbirî birin bo girtîgeha Îtlaata Sine. Di dawiyê de li roja 13’ê Pûşpera sala 1402’an a Rojî de, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin û tevî bi temenbûn û rewşa nebaş a laşê wî, di girtîgeha Kamiyaran de dest bi gireva birçîbûnê kiribû. 
 
Her weha di dawiya Xezelwera sala 1402an a Rojî de, bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” bo taya 102 a dadgeha tawanan a 2 a bajarê Dêhgolanê hate gazî kirin. 
 
Riza Lotfî yê temen 20 salî yê xelkê Dêhgolanê yek ji wan qurbaniyên yekem bû ku di roja sêyem a kuştina Jîna Emînî di roja 28ê Xermanana sala 1401an a Rojî de, di serhildana seranserî ya Dêhgolanê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên serkutker ên yekîneya taybet ve hat kuştin. 
 
Piştî kuştina Riza Lotfî ji aliyê hikûmetê ve, malbata wî ji aliyê Spaha Pasdaran ve rastî gef û givaşan hat da ku hevpeyvîneke televizyonî bikin û kuştina kurê xwe bi partiyên Kurdistanî nebêjin. Kemal Lotfî, bavê Riza Lotfî, çend rojan piştî kuştina kurê xwe ji aliyê hikûmetê ve û berdewamiya givaşên saziyên ewlehiyê, vîdyoyek belav kir û ragihand, kurê wî ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye kuştin.