Li sînorê “Bestam” a Seqizê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê kolberek jiyana xwe ji dest da
21:45 - 14 Nîsan 2024
Êvariya roja Şemiyê 25’ê Xakelêweya sala 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Omîd Seîdî” xelkê bajarê Sine, li sînorê “Bestam” a bajarê Seqizê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê, hat kuştin.
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, termê vî kolberî piştî 8 demjimêrên lêgerînê ji aliyê xelkê ve hatiye dîtin û bo pijîşkiya dadwerî ya Seqizê hatiye veguhastin.
Ev kolber xelkê gundê “Kanî Dêrêj” a ser bi Dêhgolanê ye, zewicî ye û temenê wî nêzîkî 40 salî ye.
Her di vê derheqê de, êvariya roja Şemiyê 25’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, kolberek din bi navê Mêhrdad Ebdullahzade kurê Osman xelkê gundê Marxan a Serdeştê, bi sbeba teqeya rast a hêzên dewletê bi guleya hêzên dewletê ji bilindahiyê ket.