Saziyên ewlehiyê rê li ber lidarxistina rêûresima Newrozê li bajarê Bedre ya Îlamê girtin

10:57 - 28 Adar 2024

Roja Sêşemî 7ê Xakelêweya 1403an a Rojî, Îtlaata Spaha Pasdaran rê li lidarxistina rêûresima Newrozê li bajarê Bedre ya Îlamê girt. 
 
Li gorî çavkaniyekê ku ji Kudpayê re ragihandiye, li gor bangewaziya ku hatiye belavkirin, diviyabû roja Sêşemî piştî nîvro rêûresima Newrozê li bajarê Bedre bihata lidarxistin, lê Îtlaata Spaha Pasdaran bi gazîkirina organîzatorên rêûresimê û wergirtina sozname rê li rê ji wan girtin. 
 
Ji aliyek din ve roja Sêşemî 7ê Xakelêwê rêûresma Newrozê li bajarê Melişahî ya Îlamê hate lidarxistin û Îtla`ata Spaha Pasdaran bi şertê ku jin beşdarî rêûresimê nebin, îzna lidarxistina wê dabû. 
 
Li ser vê yekê saziyên ewlehiyê yên li Şinoyê pîrozbahiya Newrozê "qedexe" ragihandin û gefa darizandinê li gel xwar. 
 
Her wiha rê li ber lidarxistina rêûresima Newrozê li salona “Şêx Îslamî” ya Sine, gundê “Ayçî” ya Seqiz û Nûdşeyê hat dayîn. Tevî astengiyên tund ên ewlehiyê, bi taybetî li Gêlanxerbê, rêûresima çend hezar kesî li vî bajarî hat lidarxistin. Di vê derbarê de çend welatiyên Kurd li Sine û Miyandavê hatine binçavkirin.