Kurdpa bû bi endamê “Hevpeymaniya Cîhanî ya li Dijî Cezayê Îdamê”

00:25 - 6 Çirriya paşîn 2023

Di Çiriya Pêşîn a sala 2023`an de, piştî gera nû ya çalakiyên Hevpeymaniya Cîhanî ya li Dijî Cezayê Îdamê ji bo berfirehkirina vê hevpeymaniyê li ser asta cîhanî, Rêxistina Mafên Mirov a Kurdpa bû endamê vê hevpeymaniyê. 
 
Hevpeymaniya Cîhanî ya Li Dijî Cezayê Îdamê, sendîkaya bi endamtiya zêdetirî 160 rêxistinên nedewletî, komeleyên parêzeran, herêmî û sendîkayan e, ku di 23ê Banemera sala 1381an Rojî de li Romayê hat damezrandin. Ev hevpeymaniya di encama sozên îmzekerên daxuyaniya dawî ya yekemîn kongreya cîhanî ya li dijî cezayê îdamê, ku ji aliyê rêxistina nehikûmî ya Fransî "Yekîtî li Dijî Cezayê Îdamê (ECPM)" di meha Cozerdana sala 1380'an de li Strasburgê hat lidarxistin, hat avakirin.  
 
Armanca Hevpeymaniya Cîhanî bihêzkirina aliyên navdewletî yên bo têkoşîn li dijî cezayê îdamê û bidestveanîna rakirina cezayê îdamê li cîhanê ye. Ji bo ku bigihîje armanca xwe, ev hevpeymaniya cîhanî piştgirî dide bidawîbûna teqez ya cezayê îdamê li welatên ku cezayê îdamê lê tê sepandin. Ev hevpeymaniya, li hin welatan, hewl dide ku bikaranîna cezayê îdamê weke gava yekem a ji bo rakirina wê kêm bike. 
 
Hevpeymaniya cîhanî bi van awayan hewl dide armancên xwe pêk bîne: 
 
Bi piştgirîkirina li rêxistinên endam, hêzên herêmî, neteweyî û herêmî bi hevahengkirina piştgirîya navneteweyî ji bo rakirina cezayê îdamê li seranserê cîhanê. 
 
 Kurdpa tevî kiryarên cîhanî yên li dijî her binpêkiriyeke mafên mirovan, bi taybetî binpêkirina mafê jiyanê, wek tedbîrek micid ji bo guhdana wê û givaşê li ser hikûmetan ji bo kêmkirin an rakirina cezayê îdamê dibîne. Û herwisa tekez dike ku bi sedema ku îdamkirina kêmîneyan di Îranê de hijmareke zêde ye û bi sedema tepeserkirina sîstematîk a bi dîtingeha ewlehî û înkarkirina Komara Îslamî ya Îranê li hember van kêmaniyan e; Endambûna Kurdpa di vê hevpeymaniyê de, dikare zêdetir bala cîhanî bikşîne ser cezayên îdamê yên li dijî welatiyên Kurd wek kêmnetewe, da ku bibe sedema naskirina çawaniya îdamê ji aliyê Komara Îslamî ve wek tundûtûjiya herî zêde-siyasî-ewlehî. pejirandina mekanîzmayên guncaw.