Girtiyê berê yê siyasî yê Kurd Selah Rehmanî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
![](/content/upload/1/news-kurdpa/5859.jpg)
Sibeha roja Sêşemî 23ê Xezelwerê, Selah Rehmanî girtiyê siyasî yê berê yê Kurd xelkê gundê Çişmîdere ya ser bi devera Zêvrûd a bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gor çavkaniyek agehdar, demjimêr 5ê sibê hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê bi ser mala vî welatiyê han de li gundê Çişmîdere girtin û ew binçav kirin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema desteserkirin û tohmetên li ser Rehmanî de ti zanyariyek tine.
Selah Rehmanî di sala 1393an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û nêzîkî 5 mehan li navendên îtlaata Spaha Pasdaran de jêpirsîn hatibû kirin û piştre bi danîna barimte hatibû berdan.
Paşê ev welatiyê han bi tohmeta “têkdana ewlehiya netewî” bi endamtiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Sine ve bi du sal heps hate cezakirin.
Rehmanî di sala 1394an a Rojî de ji bo derbazkirina cezayê girtîgehê hate binçavkirin û piştî bidawîhatina cezayê di sala 1395an de ji girtîgeha navendî ya Sine hate berdan.