Bane: Birîndarbûn 4 kolberan Ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve 4 ciwan, ji wan 2 kolberan temenê van di bin 18 salî de ye

18:25 - 15 Çirriya paşîn 2023

Di berdewamiya rêjeya teqeya rasterast a  artêşa dewleta Îranê  li kolberan li navçeyên sînorî de, 4 kolber birîndar bûn ku 2 ji wan kolberên temenê van d bin 18 saliyê de ne, ku bi sebeba eqeya rasterast ên hêzên leşkerî li sînorê Bane birîndar bûne. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar a Kurdpa yê; Êvara roja Şemiyê 23’ê Xezelwer a sala 1402’an, 4 kolber bi navên Arvîn Mihemedî 14 salî xelkê Sine, Îman (paşnavê vî nehatiye zanîn) 17 salî, Hesen (paşnavê vî nehatiye zanîn) 20 salî û Şahû (paşnavê vî nehatiye zanîn) 21 salî, di encama teqeya hêzên leşkerî de li sînorê “Hengejale” ya Bane birîndar bûne. 
 
Di vê derheqê de, roja Yekşemî 21’ê Xezelwera 1402’an, kolberek temen 28 salî bi navê “Ehsan Îsmaîlzade” xelkê Mehabadê, li sînorê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yênn hikûmetê ve hat birîndarkirin.