Serdeşt; kolberekî ciwan ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve birîndar bû

09:45 - 9 Çirriya paşîn 2023

Roja Sêşemî 16ê Xezelwerê, kolberekî temen 23 salî yê bi navê “Kêyvan Îsmaîlpûr” xelkê Serdeştê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê ve li sînorê vî bajarî hate birîndar kirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî. 
 
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî birin navendên tenduristiyê. 
 
Her di vê derheqê de, êvariya roja Sêşemî 16ê Xezelwerê, kolberekî Kurd bi navê “Azad Starpenah” kurê Mehmûd û Emîne xelkê Seqizê, li sînorê Banê her ev jî bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin.