Bane: Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

10:18 - 30 Îlon 2023

Êvara roja Înê 7’ê Rezberê, kolberek bi navê “Mihemed Xalidî” temen 28 salî, kurê Îqbal û Şilêr û xelkê gundê “Çîçoran” a bajarê Bane, li sînorê “Hengehale” ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin.  
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bê haydarkirina berê teqe li vî kolberî kirine û di vê bûyerê de 2 welatiyên kurd ên Kurdistana Iraqê jî bûne armanc. 
 
Çavkaniya agahdar her wiha got: Nasnameya yek ji welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê ku birîndar bûye “Sîrvan Welî” hatiye ragihandin. 
 
Termê kolberê hatî kuştin ji bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Banê hat veguhastin û îro Şemiyê 8ê Rezberê dê merasîma oxirkirina wî li bajarê wî were kirin.