Sine; Binçavkirina du bira ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:34 - 19 Îlon 2023

Sibeha roja Sêşemî 28ê Xermananê, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Xebat Dihdar” û “Ramiyar Dihdar” xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala van her du birayan û bi tundûtîjî û lêdanê ev binçavkirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Telefonên van her du welatiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine zeftkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên ewlehiyê di dema binçavkirina van her du birayan de heqaret û bêhurmetî li endamên malbatên wan kirine. 
 
Çalakvanê kedkarî û girtiyê siyasî yê berê Xebat Dihdar, roja Pêncşemiyê 28ê Rezbera 1401an, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî roja Şemiyê 7ê Xezelwer a sala 1401an, bi danîna barimteyê li girtîgeha Sine hatibû azadkirin.  
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Xebat û Ramiyar Dihdar de ti agahî nehatine bidestxistin. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Xebat û Ramiyar Dêhdar