Bane: Binçavkirina sê endamên malbatekê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:52 - 18 Îlon 2023

Roja Înê 24’ê Xermananê welatiyek bi navê “Cemal Hisênpûr” tevî du zarokên xwe yên bi navên “Ehmed û Mehdî Hisênpûr” yên xelkê gundê “Savan” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar  veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev her sê welatî bêyî ku belgeya dadgehê radestî van bikin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. 
 
Heya dema belav kirina vê nûçeyê, ti zanyariyek berfreh li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina van her sê welatiyan de tune ye.