Dîwandere; Binçavkirina Xosrew Fethî kurê Hebîbullah Fethî ji qurbaniyên serhildana Jin, Jiyan û Azadî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

12:12 - 16 Îlon 2023

Roja Înê, 24ê Xermananê, Xosrew Fethî kurê Hebîbullah Fethî, yek ji şehîdên serhildana, Jin, Jiyan û Azadî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Dîwandere ve hat binçavkirin 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpa yê re ragihandiye, hêzên ewlehiyê bêyî radestkirina belgeya dadgehê Xosrew Fethî binçavkirine û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Sinê veguhastin. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirina Xosrew Fethî û tometbarkirina wî de ti agahî nehatine bidestxistin. 
 
Di 28'ê Xezelwera 1401'an de Hebîbullah Fethî ji Dîwandere ji ber gulereşandina hêzên serkutkar di dema xwenîşandanan de jiyana xwe ji dest da.