Binçavkirina du çalakvanên sendîkaya mamostayên Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:02 - 16 Îlon 2023

Roja Înê, 24ê Xermananê, Ezîz Merzî û Emîn Mînayî çalakvanên sendîkaya mamostayên bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpa yê re ragihandiye, hêzên ewlehiyê bêyî radestkirina belgeya dadgehê, ev her du çalakvanên sendîkaya mamostayan binçavkirine. 
 
Vê çavkaniya agehdar ragihand: Ezîz Merzî û Emîn Mînayî piştî çend demjimêrên binçavkirinê hatin berdan. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti agahiyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina van her du mamostayên Kurd tineye. 
 
Wêne ji rast ber bi çep: Ezîz Merzî û Emîn Mînayî