Seqiz; Çalakvanê jîngehparêz Azad Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
09:51 - 16 Îlon 2023
Roja Înê, 24ê Xermananê, Azad Emînî çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi ser mala vî çalakvanê kurd de girtin û bêyî radestkirina belgeya dadgehê ew binçav kirin.
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Emînî de ti zanyariyek tineye.