Sine; Bira û xaltiya Sarîna Saedî ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî Jin, Jiyan û Azadî hatin binçavkirin
Roja Pêncşemî 23ê Xermananê birayê Sarîna Saedî yê 15 salî, Moîd Saedî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, li Sinê ligel xaltiya xwe Rêzan Saedî, ya 17 salî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê ev 2 welatiyên han ji ber ku li goristana Beheşt Mihemedî ya bajarê Sinê, wêne girtine,binçavkirine.
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti agahiyek li derheq rewş û çarenivîsa van her du ciwanan li ber dest nîne.
Di 5’ê Xezelwera sala 1401’an de, Sarina Saedî, 16 salî û zaroka Haşim, di kombûnên protestoyî yên roja 4’ê Xezelwer a sala 1401’an de, ji ber lêdana hêzên serkutker û lêdana derbeyek li serê wê, tûşî xwînrêjiya mejî bûbû û piştî ku rojekê li nexweşxaneyê de, jiyana xwe ji dest da.