Binçavkirin û veguhastina du xwîşkan bo girtîgeha Îlamê

15:46 - 14 Îlon 2023

Fexriye Omîdî û Betûl Omîdî her du welatiyên Îlamê piştî binçavkirinê bo girtîgeha vî bajarî hatin veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev her du xwîşk b destûra binçavkirinê ya demkî û bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmetê” bo karantîneya girtîgeha Îlamê hatine veguhastin. 
 
Di rojên derbasbûyî de ev her du xwîşk li bajarê Îlamê bi sedema belavkirina tiraktan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavikirin.