“Yûsif Bekrî” bo girtîgeha bajarê Mihabadê hate veguhastin

13:15 - 8 Tebax 2023

Çend rojan berî niha welatiyekî Kurd ê bi navê “Yûsif Bekirî”, 38 salî û xelkê taxa “Pişt Tep”ya bajarê Mihabadê, piştî bi dawîhatina qonaxên lêpirsînê, ji girtîgeheke bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye di heyama binçavkirinê de ji destpêregihîştin bi parêzerê diyarîkirî bêpar bûye û li girtîgeha bajarê Mihabadê qedera wî rohn nîne.

Roja Çarşemî 21ê Pûşpera 1402 a Rojî, hêzên ewlehî bi bê belgeya dadgehê ew welatiye li cihê karê wî binçav kiribûn.

Heta niha, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser “Yûsif Bekrî” de ti zaniyariyek li ber dest nîne.