Li Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ciwanekî Kurd hate girtin

10:32 - 23 Gulan 2023

Roja Yekşemî 31`ê Banemerê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Omîd Felahî” kurê Avat û temen 20 salî û xelkê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev ciwan bi bê nîşandana belgeya yasayî, li nêzîkî gola “Zirêbar” a Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser “Omîd Felahî” de ti zanyariyek tine.