Ajansa Kurdpa: Beriya niha bi midetekê, hejmarek çavkaniyên mafên mirovan, vexwendina çalakvanekî siyasî yê Kurd, bo navenda Ewlekarî (Îtilaat) a Îranê belav kirbûn ku ev yek ji aliyê malbata wî we nehat piştraskirin.
Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa , 21`ê nîsana ev sal hejmarek çavkaniyên mafên mirov ragihandibûn ku Riza Şerîfî Bokanî ji aliyê navenda îdareya Ewlekarî (Îtilaat) a Tehrana paytext ve hatibûn bang kirin û gef ji wî hatibûn xwar in.

Hemîde kakepûr, hevjîna Riza Şerîfî Bokanî, di hevpeyvînekî li gel ajansa nûçegihaniya Kurdpa got: Nûçeya vexwandina Riza Şerîfî Bokanî bo navenda Ewlekarî ya Tehranê bi dur ji rastiyan e û ev nêîzî du mehan e ku mirovên wan yê girtî bi tu navendên ragihandinê re neaxif ye.
Heman kesê amaje bi vê yekê jî kir: Hevjînê wê li du mehên borî heta niha, ligel tu parêzerên mafên mirov û nûçegihaniyên dervey welat hevpeyvîn pêk neaniye.
Riza Şerîfî Bokanî, çalakvanê kurd yê mafên miroyan, ji 29 ê meha çileya sala borî ji aliyê liqa 28 a dozgeriya şoriş (Înqilab) a Tehranê ceza jê hatibû birîn.
Ew çalakvanê Kurd, bi tometa endam bûn û hevkarî kirin ligel yek ji partiyên opozisyon ên kurd yên qaşoyî hikumeta Îslamî ya Îranê,bi 3`ê sal cezayê hepsê li girtîgeha Recayî Şehir a Kerecê hatibû mehkûm kirin.





