Ajansa Kudpa: Nûciwanekî Kurd li Dereşehra Îlama rojhilatê Kurdistanê, wek endamê tîma neteweyî a werzişa futbolê hat hilbijartin.
Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, rahênerê tîma neteweyî a futbola nûciwanan ji Mohemmed Riza Gulî bo yarî kirin û dewreya perwerdeya wê sporê dawet kir.
Ew werzişkarê Kurdistanî, dê kelevaniya tîma futbolê a ciwanên jêr 16 salî bi stû bigre.

Mohemmed Riza Guî rûniştiyê Dereşehra Îlamê ye ku pêştir jî di tîma neteweyî a futbolê ya jêr temen 13 sal de beşdarî kiribû û endamê wê tîmê bû.
Ew nûciwanê Dereşehrî ku li yarîgeheke Xuzistana Îranê de dilîze, pêştir jî di yariyên dustane yên Futbolê li welatên Qeter û Belarûs beşdarî kiribû.





