Ajansa kurdpa : jinek xelkê şarê Seqiz tev zaroka xwe bi destê kes an kesên nenas kirî hatin ser jê kirin.
Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa, roja pêncşemî 26ê Banemer jinek binavê “ Fereh Qeyserî” a 28 salî xelkê “ Meran” tev keça xwe ya 3 salî bi serên hatî birîn hatin peyda kirin.
Çavkaniyek agadar bi nûçegihaniya kurdpa ragihand : bayê 40,000,000 tûmen zêrên vê jinê ji aliye bikuj an bikujên wan hatiye dizîn.
Her wisa mideyik pêş niha jinek binavê “ Zuhre Şîrzad” xelkê şarê Bokan paşî hêriş kirina kesanik nenas kirî bi amanca revandina tiştên wê, tûşî xwîn rêjiya mejî bû ku li incam de canê xwe jidest da.





