Ajansa Kurdpa: Bi belgeyan hate îspatkirin ku, ji pirtûkên Seîdê Kurdî (Rîsale-î Nur) peyvên wek "Kurd û Kurdistanê" hatine derxistin û şûna ev peyvana "Şarkî Anadolu" û " "Şark" hatine bicîhkirin. Ev tehrîfata, ji aliyê telebeyên wî ve hatine kirin.
Derkete holê ku telebeyên Seîdê Kurdî (Nursî) li ser pirtûkên wî (Rîsale-î Nur) tehrîfat kirine. Lêkolîner “Ebdulah Can” li ser vê tehrîfkirina berhemên Bedîuzzaman Seîdê Kurdî xebateke xwe weşand û bi belgeyan îspat kir ku, peyvên "Kurd û Kurdistanê" ji Rîsale-î Nur'an hatine jêbirkirin.
Di belgeyan de eşkere tê dîtin ku, şûna peyva "Kurdistan" peyva "Şarkî Anadolu", şûna peyva "Kurd" jî peyva "Şarkî" hatiye bicîhkirin.
Ji tehrîfkirina berhemên Seîdê Kurdî çend mînak: Kurdên niha (şimdiki Kurtler) kirine;Şarkîyên niha (şimdiki dogulular).
Kurdan (Kurtler) kirine Hemwelatiyên min (hemşehrilerim). Kurdên li Kurdistanê (Kurdistandaki Kurtlerin) kirine;Eşîretên li bajarên Rojhilat (Vilayet-i Şarkîyedekî aşiretlerin). Seîdê Kurdî kirine Saîd-î Nursî.
Li Kurdistanê (Kurdistanda) kirine; Li Anadoluya Rojhilat (Şarkî Anadoluda).Kurdek (bir Kurt) kirine; Rojhilatiyek (bir Şarkli).
Jêder:avestakurd





