Kurdpa: Dezgeha Dadê a Hikûmeta Komara Îslamî a Îranê, di heyamê sê mehên borî de, 196 sal hikmê “tezîrî” û 8 sal hikmê helawîsî bo 47 hemwilatiyên Kurd, di herêmên Kurdakincî de, derxistî ye.
Pêka vê amarê û ew zaniyariyên ku li ber destan dene, Dadgeha Şoreşa “Îslamî a Îranê” di heyamê sê mehan de, di 47 faylên cuda de, 47 hemwilatiyên Kurd ku piraniya wan çalakên siyasî û çandî ne, bi 196 sal zîndan mehkûm kiriye. Di encama wan dadgehiyane de hikmê 8 sal zîndana helawîsî bo çalakên siyasî-çandî patine pejrandin. Hin li wan çalakan bi dûr xistina wan bo hepsîxaneyên bajarên din ku dûr in li cihê jiyana wan hatine ceza kirin.
NûçeIranMafê Mirov
Di sê mehan de, 47 hemwelatiyên Kurd, 196 sal hikmê zîndanê jê re hatiye dayîn
Dezgeha Dadê a Hikûmeta Komara Îslamî a Îranê, di heyamê sê mehên borî de, 196 sal hikmê “tezîrî” û 8 sal hikmê helawîsî bo 47 hemwilatiyên Kurd, di herêmên Kurdakincî de, derxistî ye. Pêka vê amarê û ew zaniyariyên ku li ber destan dene,…




