19 roj greva birçîbûnê bi pey xwe hişt

17:05 - 17 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Rewşa tenduristî a zindaniyê Siyasî yê Kurd Elîriza Resûlî ku ew 19 rojin di gireva birçîbûnê de ye, giran hatiye ragihandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurpa, rewşa tenduristî û selametî ya Elîriza Resûlî, girtiyê siyasî ê Kurd li zindana Mahabadê ku di odeya takesî de dimîne, giran hatiye îlan kirin. ew 19 rojin di greva birçîbûnê de ye.

Tê gotin ew zindaniyê siyasî yê kurd, di berteknîşandan hember xemsariya bijişkên girtîgehê li ser rewşa tenduristiya xwe û hewalên xwe, dest bi girevê kirbû. Ew niha di rewşeke xirab de dijî.

Hêjayî gotinê ye, tevî hemû hewildanên malbata Elîriza, tu tedawiyên bijîşkî bi wî re nayên kirin û ew jî li ser wê greva xwe berxwedide.

\"27003.jpg\"
19 rojin Elîriza Resûlî di greva birçîbûnê de ye
Navborî pêştir jî du caran li zindana Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê, dest bi grevê kirbû.

Elîriza resûlî li hepisxaneya Urmiyê bo heyamê 49 rojan ketibû greva birçîbûnê, lê piştî sozên berpirsên zindanê liser cî bi cî kirina xwestekên wî û hewalên wî, girev şikandibû.

Girtiyê mijara nûçeyê, buhara îsal ji zindana Urmiyê bo girtîgeha Mahabadê hatibû veguhestin.

Elîriza resûlî bi armanca destek –kirina xwendekarên dibidtana seretayî li Şînave ya Pîrnşar(ku pêştir bi şewata bi boneya subeya neftî, xwendekarên birînda û kêmendam lêkevtibûn), ligel hejmarek çalakvanan, xwepêşandan lidarxistibû.

Bi sedema jor amaje pêhatî kirin, ew ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû girtin û bi tometa alîkarîkirin li gel partiteke opozisyon a hikûmetîa Îranê, 3 sal cezayê hepdê lê hatibû birîn.