1600 milyard Tûmen zirar digîje cotkarê Kurd

20:38 - 22 Çirriya pêşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Piştî vê ku zirarên zaf ên malî gehîştin cotkarên Kurd li derverên Kirmaşan û Urmiye, hikûmet tû pêngavekê bona qerebûkirina wan ziraran na avêje.

Li gorî zaniyariyan, qasa xisar û zirarên beşa çandiniya îsal di parêzgeha Urmiyê de, pitir ji 600 milyard tûmenî bûye.

Herwiha li parêzgeha Kirmaşanê jî, cotkar tevî xisara 1 milyard tûmenî berbirû ne.

Ragehandinên hikûmetî jî, sirûseqem û hişkesaliyê bi sedema sereke ya van xisaran dizane.

Rêjeya xisarên han di demekê de tên eşkerekirin ku binkeyên “Bîme ya cotkaran a cîhad a Cotkariyê” li bajarê Kirmaşan û Urmiyê, nekariye di dema hevce de qerebûya wan xisaran bike.

Dewletê jî nebûna bûdceya diyarîkirî weke sedema sereke ya qerebûnekirinê dide zanîn û herweha soza qerebûkirinê dide cotkaran.

Bîmeya çandiyê li Îranê, nawendeke dewletî ye ku li ser dahata dewletê pirogramên xwe ber bi pêşve dibe.

Li gorî amaran, salane beşa çandnî ya Îranê, bi sedema bûyerên pêşbînî nekirî, tevî 20 hizar milyard tûmen zirarê berbirû dibe.