%15 ji kevirên giranbuah ên cîhanê di Qurwê de ne

16:08 - 21 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Nûnerê xelkê şaristana Qurwe û Dêhgulanê ragehnadiye ku serbarê vê ku %15 ji kevirên giranbuah û ciwan ên cîhanê di Qurwê de ne, lê em nikarin hêza mirovî ya hewce bo karkirina li ser van keviran perwerde bikin.

Elî Mihemed Muradî, nûnerê xelkê şaristana Qurwe û Dêhgulanê, di meclisê de ragehand: “Hekî em bixwazin pêş bikevin, dibe em hêzeke mirovî ya bawermend perwerde bikin, û ew yek jî pêwîstî bi zanîngehan û nawendên perwerdehiya bilind heye.

Parêzgehên Qum, Xurasan, Kirman, Hemedan, Simnan û Kurdistanê, ji wan parêzgehên Îranê ne, ku kevirên giranbuha û û nîve giranbuha tê de hene.

Gellek caran nûçeyên cur bi cur li ser dizîna van kevirên giranbuha belav dibin, yan jî aliyên ku karê şandina wan keviran bo derveyî welat dikin, dahateke zaf dest wan dikeve. Piraniya wan aliyên ku dest di talana kevirên guranbuha de hene, berpirsyarên dewletî ne.

Kurdistan yek ji wan herêman e ku berdewam tê de şûnwarên girîng ên dîrokî û kevirên giranbuha têne dizîn, û bi sedema vê ku talanker ew kes in ku dest digel berpirsyarên dewletî hene, nahêne eşkerekirin, yan jî hekî eşkere bin, nahêne dadgehîkirin.

Bo mînak, kangeha asin (sengê ahen) a gundê Çîçîxwar a Seqizê, yek ji wan kangehan e, ku rejîmê di destpêka havîna îsal de, dest bi derxistina keviran tê de kir, û salê dikarin 170 hezar ton keviran bi eyara ji sedî 42-52 tê de derxin.

Herçend xelkê vê herêmê gellek hewl dan pêşiya vê talanê bigrin, lê rejîmê guh neda daxwazên xelkê vê herêmê.

Serbarê vê ku ew hemû çavkaniyên girîng û dewlemend ên bin’erd ên Kurdistanê têne derxistin, lê xelkê Kurdistanê tu qazancek dest wan nakeve, û Kurdistan yek ji herêmên herî bê par ên Îranê ye, û para wan tenê birşîtî û bêkarî û serkut e.