13 kesan di nava Zîndana Xoyê de nexweşiya Korona yê girtine

13:38 - 23 Gulan 2020

Gorî wan zaniyariyê ku ji Zîndana Xoyê ve geheştine me, pitir ji 10 kes ji hepsiyan di nava wê Zîndanê de tûşî Vîrûsa Korona yê bûne û berpirsên rejîmê ji di derheqê çareseriya wan nesaxan de xemsariyê dikin.

Gorî gotina jêderekî haydar ji rewşa nava Zîndana Xoyê, 13 kes ji girtiyan û pêrsunêlê Zîndana Xoyê, tûşî Vîrûsa korona yê bûne û berpirsên Girtîgeha Xoyê jî îznê nadin ku wan nesaxan bo tedawiya dermanî bibne Nexweşxanan.

Herwisa wê jêderê ragihand ku yêk ji kesên tûşbûyî bi Korona yê, berpirsên vê Zîndanê ye û hepsiyan jî, korona ji wî ve girtine.

Di meha Adara Îsal, pitir ji 70 kes ji hepsiyan di Zîndana Urmiyê bo ceribandinê kanê Koronayê girtine yan ne, bo Nexweşxwana derweyî Zîndanê hatibûne weguhastin, ku piştî hingê xûya bû ku parej ji hepsiyan tûşî Vîrûsa Korona yê bibûn.