12 Welatî Li Şîrazê Hatin Darvekirin

14:18 - 16 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Sibêdeya roja Yekşem 15.01.2012-an 12 welatiyên Îranê li zîndana Adil Abada Şêraz ku 7 kes ji wan tawanbar bûn bi kirîn û firotina madeyên hişber û 5 kesên din jî tawanên din encam dabûn, li ber çavê xelkê û li cihên giştî de hatin darvekirin.

Li gor çavkaniyên navxwe navê 6 kes ji îdamkiriyan bi awayê jêrîn e:

Rehemt Heyderî, Îsmaîl Hemîdî Muhmûd Abadî, Elî Hadewî Niya, Mihemed Mehdî Tewekulî, Nebî Tewekulî û Ramîn Direxşan.

Fidrasiyona navnetewî ya Komelên Mafê Mirovan û Civata Berevanî ji Mafê Mirovan li Îranê di daxûyaniyek hevpar de îşare bi zorbûna jimara îdamkirinan di sala 2012-an li Îranê de kirine û li gor serjimêriya van du saziyan ji destpêka sala 2012-an de her 4 demjimêrek yek kes li Îranê de hatiye daliqandin.