10 hezar malbat dixwazin vegerin gundên xwe

15:15 - 8 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Nêzîkî 10 hezar malbatên Kurd li Bakûrê Kurdistanê ku sala 1990`an ji ber êrişên artêşa Tirkiyê li hemberî çervanên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê ku gundên xwe bi cî hêştibûn û barkiribûn, dixwazin vegerin gundên xwe yên ku ser bi parêzgeha Amedê ne.

Îro yekşeme 7/4 malpera En son Haber nûçeyek belavkiriye ku, odeya bazirganî ya encûmena parêzgeha Amedê ya bakûrê Kurdistanê di rapirsiyekê de daxwaz ji wan malbatên ku ji ber hêrişên artêşa Tirkiyê bo ser hêzên PKK`ê, gundên xwe bi cî hêştibûn ji bo ku vegerin bo gundên xwe û cihê bav û bapîrên xwe, kiriye.

Li gor rapirsiyê nêzîkî 10 hezar malbat yên ku ji salên 1990`an de gundên xwe bi cî hêştine û berve bajarên Bursa, Izmîrê, Edenê û Mêrsînê ve koçkirine amadebûna xwe nîşandane bo ku vegerin gundên xwe.

Her weha birêveberiya odeya çandiniyê ya bajarê Amedê jî ragihandiye ku, xelkê navçeyê aştiyê dixwzin û vegeriyana wan malbatan ji saya ew encamên aştiyane ne ku biserkeftî proseya aştiyê derdikeve holê ta astekî zor gundan ava dike û wê berhema çandiniyê jî zêde bike.

Odeya jora çandiniyê aşkira kir ku: Ji niha ve nêzîkî heft milyon hiktar zeviyên çandiniyê û 49 hezar cotyar li Amedê hene û bi vegeryana van malbatan careka din zeviyên çandiniyê wê bêne avdan û berhema çandiniyê wê deh caran ji niha zêdetir wê pêş bikeve.