Hemîd Ezîzî mamostayê dibistana Kamiyaranê hat binçavkirin
Roja Sêşemî 13’ê Sermaweza 1403’an a Rojî, Hemîd Ezîzî mamostayê gundên “Palangan” û “Gazirxanî” yên ser bi Kamiyaranê, piştî gazîkirina bo girtîgeha îdareya perwerdehiya vî bajarî, hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.









