Binçavkirin û veguhastina du xwîşkan bo girtîgeha Îlamê
Fexriye Omîdî û Betûl Omîdî her du welatiyên Îlamê piştî binçavkirinê bo girtîgeha vî bajarî hatin veguhastin.
Fexriye Omîdî û Betûl Omîdî her du welatiyên Îlamê piştî binçavkirinê bo girtîgeha vî bajarî hatin veguhastin.
Roja Çarşemî 22ê Xermananê welatiya bi navê Semîra Ehmedî ya xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Di roja 22’ê Xermanana sala 1401’ de, Jîna Emînî ji aliyê hêzên serkutker ên Geşta Îrşad ve hat binçavkirin û piştî ku ji bo girtîgeha Wuzera hat veguhastin, di nav komayê de bo nexweşxaneya Kesra hat veguhastin.
Desteya Binpêkirinan a Wezareta Perwerdeyê biryara malinişînkirina bi zorê ya bi paşxistina du komên mamosteya fîzîkê ya paşnavendî ya Seqizê Şîlan Yûsifî piştrast kir.
Roja Sêşemî 21ê Xermananê, çalakvana medenî ya naskirî ya bajarê Seqizê Hêro Qedîmî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Roja Çarşemî 15ê Xermanana 1402an, hunermendê temen 36 salî yê xelkê bajarê Dêhloranê yê bi navê “Weten Dûstî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Roja Duşemî 13ê Xermanana 1402an, 3 ciwanên Kurd ên bi navên “Ferdîn Sedaqet” ê temen 20 salî û kurê “Keykawûs”, “Tehsîn Yûsifî” yê temen 19 salî yê kurê Mihemed û “Muslim Hemdî” yê xelkê bajarê Selasa Bawecanî, ji aliyê hêzên ewlehî ve…
Çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Pîranşarê, “Teha Resûliyan” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi serokatiya dadwer “Ocaqlû”, 7 sal û 3 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Biryara binçavkirina demkî ya Saman Paşayî yê xwediyê medalyaya cîhanî ya ferengî û xelkê Seqizê ku di bin zextên tund ên hêzên ewlehiyê de ji bo îtirafên bi zorê di odeya takekesî ya girtîgeha îtla`ata Sinê de ye, meheke din hat…
28 kesên ku di xwenîşandanên Jin, Jiyan û Azadî yên li Avdanan de hatibûn binçavkirin, tevî ku dosyeya ‘Lêborîna Rêberiyê’ ya ji bo girtiyan xwenîşandanên serhildana Jin, Jiyan û Azadî re hatibû dan jî, dubare bo taya 1 a dadgeha Şoreşê…