اarenivîsa 17 Destbiserkiyên Bajarê Mehabadê Nediyar E

12:38 - 26 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: 17 welatiyên bajarê Mehabadê piştî derbazbûna heftiyek ji destbiserkirina xwe, heta niha di çarenivîsek ne diyar de ne.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Mehbadê, Murad Fatimî, Hîwa Beyremî, Zaniyar Qadirzade, خsmaîl Hemzezyî, Rêbuwar Mewlanejad, Nasir Terîqî, navê 7 kes ji wan 17 kesan e ku hatine destbiserkirin, ku heta niha tu zaniyariyek derbaê çarenivîsa wan nediyar e.

Li gor navenda Ajansa Kurdpa, ji sê mehên derbazbûyî ve heta niha 94 welatiyên Kurd li herêmên Kurdakicî ên Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine destbiserkirin ku tawana beşek berçaw ji wan girtiyan, çalakiyên siyasê hatiye ragihandin.