Urmiye; Dadgeha Bilind a Îranê cezayê 10 sal û rojek girtîgeh ji bo Yûnis Nebîzade piştrast kir

19:41 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2026

3ê Gelawêja 1405an a Rojî, Dadgeha Bilind a Îranê cezayê 10 sal û rojek girtîgeh ji bo welatiyekî Kurd ê bi navê "Yûnis Nebîzade", 37 salî, kurê Îsa, xelkê gundê "Delo" ya ser bi navçeya Diza Dol a Urmiyê, piştrast kir.

Li gorî çavkaniyek ku ji Kurdpa re ragihandiye, ev ceza di rojên dawî de bi fermî ji vî welatiyê Kurd re hatiye ragihandin.

Li gorî belgeyek ku Kurdpa wergirtiye; Di 28ê Sermaweza a 1403an a Rojî de, Nabîzade ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve, ku ji aliyê "Necefzade û Îsmaîl Bezrkarî" serok û şêwirmendê vê tayê ve dihat birêvebirin, bi tohmeta "endamtî û hevkariya bi yek ji partiyên opozîsyona Kurd ên hikûmeta Îranê re bi mebesta têkbirina ewlehiya neteweyî ya welêt" hate cezakirin.

Piştî ku ev ceza hate dayîn, vî girtiyê siyasî li dijî biryara Dadgeha Destpêka Yekem îtîraz kir û doza wî ji bo vekolînê ji Dadgeha Bilind re hate şandin.

Di roja Pêncşemê, 17ê Cozerdana 1403an a Rojî de, ev welatiyê li derveyî mala xwe ya li Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî belgeya dadwerî hate binçavkirin û ji bo lêpirsînê hate veguhestin navenda binçavkirinê ya Îdareya Îtlaatê ya bajêr.

Piştî nêzîkî du mehan lêpirsînê, Nabîzade hate veguhestin boGirtîgeha Urmiyê û piştî çar mehan nezelaliyê di girtîgehê de, bi danîna barimteya giran heta dawiya darizandinê bi awayek demkî hate berdan.

Ev welatiyê Kurd zewicî ye û du zarokên wî hene.