Girtîgeha Urmiyê; Cezayê îdamkirinê yê Serdar Qadirî Hate bicîhkirin

19:43 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2026

Sibeha roja Şemiyê, 3ê 1405an a Rojî, cezayê îdamkirinê yê girtiyekî Kurd ê bi navê "Serdar Qadirî" yê xelkê Mehabadê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hat bicîkirin.

Li gorî çavkaniyek agahdar, ev girtî di 20ê Befranbara 1400an a Rojî de bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin û dû re ji aliyê dadweriya Îranê ve bi heman tohmetê cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.

Serdar Qadirî xelkê gundê "Gapîs" a ser bi bajarê Mehabadê ye, zewicî ye û zarokekî wî heye.

Heta niha, nûçeya îdamkirina vî girtîyî ji aliyê rayedarên fermî an medyaya li hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.