Zûde hukmê axire 25 artîstên Îranî tomet lêdayî bi “ alîkarî tev B.B.C” yê bê dan

22:44 - 11 Gulan 2013
Ajansa kurdpa: endamek hukûmî li wizareta irşad ji ragihandina hukmê dukumentarîstan tomet lêkiriyê hevkarî tev tora nûçeyî a B.B.C bûme bas kir.

Rawêjkarê mafî yê saziman a sînemayî bi nûçe gihaniya Mêhr got: 25 dukumêmtarîstên Îranî bi hegera “ xebat a neyasayî li karûn deng û reng û berew kirina malê nerewa” ji alyê dadseraya Êvîn tomet wan re hatiye gotin.

Bêhzad Ibtihac ku bo awir dan bona babetên berhemên wan artîstan bi dadgehê hatibû xwestin, got ku pitira berhemên ber bas ji aliyê icaza nîşan dan nawa hundirê welat hebûne û naweroka wan dijî şoriş nebû.
Ew endamê hukûmî li wizareta irşad de kesên girtî bi tinê bi nebûna izna nîşan dan li derî welat û firotina wan berheman bi torek dijî hukûmeta islamiya Îran tometbar kir.

İbtihac ji ragihandina hukmê dûmahî a dukumêntarîstan li heftiya din de da ber bas û ragihand: hejmara dukumêntarîstan 25 kes bûne ku ji vê hejmarê 10 kes bi navê tometbarê bingehîn hatine nas kirin.

Hesen Fethî, jornalîstên rûniştiyû Tehran
Pêştir wizareta ewlehiya hukûmeta islamiya îran bi weşana ragihandinek, kesên girtî bi hevkarî tev torên radyoyî, têlêvizyonî, saytên nûçan yên dij bi şoriş û girêdayî bi endamên fitna 88 tometbar kiribû.

Ew jimar a wan kesan li despêka û niveya heyva Behmena sala borî de hatibûn girtin.

Teke kesik ku girtina wî girêdayî bi hevkarî tev tora B.B.C hatiye binav kirin, “ Hesen Fethî” jornalîstê rûniştiyê Tehrane.

Berpirsên B.B.C farsî bi caran ragihandine ku ev tora nûçan çi hevkarik li Îran de çinine.