Zozan xelata mamlê a 2014’an qazan dike

19:19 - 24 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Navenda hunerî a Mamlê di 16’emîn salvegera koça dawîn a Mihemmed Mamlê de, xeleta wî hûnermendê kurd, bi hunermenda jin a bakûrê kurdistanê, bi navê Zozan Gulert pêşkêş dike.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Zozan Guler jina hunermend li bakaûrê kurdistanê, bo wergitina xelata mamlê hat destnîşan kirin û biryar hat dayîn li merasimekî ku dê li waleta Almaniyayê birê ve here, xelata wê bê pêşkêş kirin.

Navenda Hunerî a Mamlê di bersiva vê pirsê ku çima zozan bo wergirtina xelatê hat hilbijartin de got: Hunermend Zozan di demekî de dest bi xizmeta Hunera kurdî kir ku çalakiyên hunerî û Kurdî ji ber arîşeyên civakî û perwerdeyî gellek bi zehmet bûn.

Jina hunermenda kurd –Zozan hewil daye huner û kultura kurdî bi gotina stranan sax bike û herwiha hindik sirûdên niştimanî û şorişgerane jî tomar kirine ku bandorek erênî li ser nifşa nû ya hunera Kurdî daniye.

Navanda Hunerî a Mamlê li welatê Norvêc, beriya niha bi 6 salan hat avakirin.

Wê navenda hunerî heya niha henermendên wek; Qadir Ebdullahzade (Qalemere) li Bokana rojhilatê kurdistanê (2009), Endiryos Îsraîl Xemo (Bakûrî) sala 2010’an, Ebas kemendî (2011), Ezîz Şahrox (2012) û Nasir Rezazî (2013), xelat kirin e.
Aram. H