Zîmanê Kurdî jibo Kurdan dibe zimanê Berevaniyê

14:29 - 26 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Kurd edî dikarin bi zimanê zikmakî berewanîyê ji xwe bikin û girtiyan jî êdî wê bikaribin bi hevser û dayk û babên xwe re li girtîgehê hevdîtin pêk bînin.


Li meclîsa Turkiyê yasaya berevanî bi zimanê Dayikê hat qebul kirin. Li gor qanunê sûçbar êdî dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî xwe biparêzin. Ji bilî vê girtiyên zewicî jî êdî wê bikaribin bi hevser û dayk û babên xwe re li girtîgehê hevdîtin pêk bînin.

Qanuna bi 15 xalî, piştî 2 rojan li meclîsê hat qebul kirin.
Li gorî vê qanunê, tawanbar ku tên darizandin, dikarin bi zimanê xwe yê  zikmakî xwe biparêzin. parastina kesên ku xwe bi zimanê xwe diparêzin ji aliye wergêran wê were wergerandin.

Li gorî yasayê girtiyên zewicî wê bikaribin bi hevser û zarokên xwe re li girtîgehê bê çavder hevdîtinê bikin.

Girtiyên zarok jî wê bikaribin li gel dayk û bab û bira û xûşkên xwe re li gitîgehê hevdîtinê çêkin.

Girtî ê bikaribin destura xwe ya ku bi hinceta mirinê standine bihevser day û bav, xûşk û birayên xwe ve derbas bikin.

Pesend kirina qanuna han li mecilisa Turkiyê şer çekir û partiyên nejad perest li dijî vê qanunê rawestan.