Zimanê Kurdî hat qedexe kirin-Belge

15:52 - 8 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Îdareya perwerde û barhênan a Parêzgeha Kirmaşan,ê di bexşnameyekê de axaftin bi zimanê Kurdî li hemû Xwendingeh û Qutabxaneyên parêzgeha Kirmaşan ê qedexe ragehand.

Li gor rapaora Ajansa Kurdpa,ê roja Yekşem berwar 9’ê Befranbar, Îdareya Perwerde û Barhênan a Kirmaşanê di bexşnameyekê de hereşe ji hemû Mamosta ên sercem qutabxane û xwendingehên parêzgeha Kirmaşan,ê kir ku dibe tenê bi zimanê Farisî bi peyvin û bi kar anina zaravên Kurdî qedexeye.

li gor bexşnameya hank u nusxeyek ji vê gihiştîye Ajansa Kurdpa,ê’ hatiye: seva berfireh kirina zimanê Farisî û dewlemend kirina peyv û wêjeya Farisî li herêmên Kurdistana Îranê de, hemû mamostayên qutabxaneyan hatine wezîfedar kirin ku li axaftin bi her ziman û zaraveke din ji bilî Farisî xwe bi parêzin.

biraya han di çaxekê deye ku di yasaya bineretî a Komara Îslamî a Îranê li herêmên cûdacûda ên netewên Îranî wek: Kurdistan, hevceye xwendevan bi zimanê dayikî li tenişt zimanê Farsî ders bihê xwendin.

\"10625.jpg\"
Penasey Webe Lere Binuse