Zeyneb Sekanwend di girtîgeha Urmiyê de hate bidarvekirin

21:23 - 2 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Cezaya bidarvekirina sê girtiyan ku yek ji wan jin bû di girtîgeha Navendî ya Urmiyê de bi rê ve çû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, sibezûya îro Sêşemî 10`ê Rezberê (2`ê Çiriya Pêşîn) cezaya bidarvekirina sê girtiyên bi navên “Selman Xan `Elîlo”, “Zeyneb Sekanwend ” û “Hesen Hacîlo” di giritîgeha Navendî ya Urmiyê de bi rê ve çû.

Du girtiyên din yên bi navên “Mûsa Ne`imanî” û “Çengîz Îranî” bo birêve birina cezaya bidarvekirinê, ev bo odeyên takekesî veguhastine, û ji bo wergirtina bersiva erê ji aliyê dêv û bavên kesê kuştî, carê ev îdam nekirine.

Roja Duşemî 9`ê Rezberê (1`ê Çiriya Pêşîn) , “Zeyneb Sekanwend ” ji benda(taya) jinan û 4 girtiyên din yên mehkûm bi îdamê, li bendên (tayên) din yên di girtîgeha navendî ya Urmiyê bo birêvebirina cezaya bidarvekirinê, bo odeyên takekesî veguhastibûn.

Heya niha nûçeya bidarvekrina wan sê girtiyan ji aliyê navendên femî û medyayên navxweyî belav nebûye.

“Reha Behrêynî”, lêkoler û berprisê beşa Îranê ya di saziya Lêborîna y NY de, di berteknîşan dan derheq nûçeya bidarvekirina “Zeyneb Sekanwend ” îlan kiriye ku: “Zeîneb Sikanond” îro sibezû di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hate îdamkirin.

Para wê ji zarokatî, nûciwanî û ciwaniyê de tenê zevaca di temenê kêm yê 15 saliyê bûye, destbiserkirin û îşkencekirina wê di temenê 17 saliyê de û 7 sal kabûsa şevûroj ya çaverêkirina îdamkirinê bûye.

Berpirsayetiya vê hovtiyê tenê ji aliyê Navenda Dadweriyê ya dijî mirovahiya welat nine. Berpirsên dewletê û yek bi yek ji nûnerên mecilsê ku piştî derbabûna heyama salan, dehan nerazîbûnên derheq bi bidarvekirina zarokan û ciwanan û herwisa hewl bo sererastkirina yasaya cazakirinê ya derheq zarok û ciwanan de xwe lê dûr dikin bi tewahî di vî derheqî de berpirs in”.

Navbirî dibêje ku: “Îran wekî dawîn welatê cîhanê ye ku heya niha jî kesên ku di heyamên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye îdam dike.

Eva di demekê de ye ku, hemû yasayên navneteweyî yên urfî û hem jî di konvansyona mafê zarokan û peymanameya navneteweyî ya mafê medenî û siyasî ku (Îranê her du peymanname vajo kirine) dana cezaya îdamê bo ciwanan qedexe ye.

Di vê yasaya navneteweyî de, qedexekirina dana cezaya bidarvekirinê bo kesên ku di heyamên di bin temenê 18 saliyê de ne, wekî yasayên “amirê” têne hesibandin”.

Roja borî saziya Lêborîna navneteweyî di daxuyaniyekê de ji rayedarên Îranê daxwaz kiribû ku dibe bilez cezaya bidarvekirina “Zeîneb Skanond” betal bikin û dadgehekê bi bê cezaya îdamê û li gorî yasayên dadweriya adilane ya li gorî zarokan û ciwanan bê lidarxistin.