Zeyneb Celaliyan bo zindana Xoy hat veguheztin

15:22 - 24 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Zeyneb Celaliyan- girtiya siyasî a Kurd ku li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê dima, bo zindana bajarê Xoy li rojhilatê kurdistanê hat veguheztin. Eva di demekê de ye ku girtîgeha Xoy bê koxûş (bend) e.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, serbarê vê yekê ku Zeyneb Celaliyan çendîn car ji berpirsên zindana Kirmaşanê xwestibû bo bajarê Makû (ku cihê ji dayîk bûna wê ye) bê veguhesytin, lê ev pirs bê bersiv ma û di encamê de, çalakvana siyasî a navborî bo zindana bajarê Xoy birê kirin.

\"24344.jpg\"
Zeyneb Celaliyan sala 2008’an li Kirmaşanê hatibû girtin ku heya niha jî li mafê çavpêketina malbatê bêpar maye
Celaliyan ku pêştir bo neştergeriya çav ji aliyê Dozgeriya kirmaşanê ve pêşî jê hatibû girtin, bo zindana Xoy hat veguheztin.

Navborî ji aliyê dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê ve bi tometa şer ligel Xwedê (muharibe) mehkûm bûye û cezaya heta hetayî jê re hatiye birîn.

Zeyneb Celaliyan, ji dema hatî binçav kirin, her tim ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, bin zext û eşkenceyan de bûye.