Zextên hikûmeta Îranê yên li ser çalakvanên xwendekarî didomin

16:35 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî xwendekarî ê Kurd li Merîwana rojhilatê Kurdistanê ku 18 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn, bo derbaskirina hukmê jê re hatî pesendkirin, çû zindanê.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Rêbwar Kamranîpûr çalakvanê xwendekarî li Merîwana rojhilatê kurdistanê, bi derbaskirina hukmê jê re hatî kifş kirin, bo zindana nevendî ya bajarê navborî hat veguhestin.

Ew xwendekarê Kurd bi tometa “piropagendeyên qaşoyî hikûmetê û derbaskirina neyasayî a sînor” ji aliyê dadgeha Şoreş a Sine ve, bi 18 meh zindan hatibû mehkûmkirin.

Navborî payîza sala 2014`an, piştî vexwendin bi navenda ewlekarî ya Sine, bo heyamê 3 mehan hatibû binçavkirin û cezayê hepsê bi wî hatibû dayîn. Ew piştre bi danîna barmteyeke giran bi awayekî demkî hatibû azad kirin.

\"28112.jpg\"
Rêbwar Kamranîpûr bo derbaskirina hukmê xwe çû zindanê
Gorî çavkaniyeke agah a herêmî li Merîwanê, ew xwendekarê Kurd li halê hazir ji aliyê dadgeha şoreş (înqilab) a sine ve, bi 18 meh zindan hatiye mehkûmkirin ku divê di demeke nêzde bo derbaskirin cezayê xwe here girtîgehê.

Girêdayî wê mijarê, hêzên ewlekar ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, (sala 2014`an), avêtibûn ser mala wî çalakvanê xwendekarî û hejmarek kelûpel, kampûter û pirtûkên wî jî bi xwe re biribûn.

Rêbwar Kamranîpûr, xelkê Merîwanê û berpirsê berê yê Encûmena Wêjeyî a “Hawrê Hewram” li zanîngeha Peyamnûr a Sine û endamê Encûmena Kes a Çiyayê Merîwanê ye.