Zext û giwşa hêzên dewleta Îranê bo ser xelkê Kurdistanê dom dike

12:27 - 24 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên întizamî ên Komara Îslamî a Îranê li bajarê Sinê dest bi komkirina berfireh a mahwareyên wilatiyan kirine.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa Kurdpa: sibêdeya roja çarşem,berwar 4’ê Rêbendanê,hêzên întizamî ên pasgeha “Hesenawa”a bajarê Sinê hejimarek ji dîşên mahwareyên wilatiyan di taxê “Spûrawa” girtin.

Çavkaniyek haydar bi Kurdpa,ê ragehan: hêzên întizamî ên Îranê êrişî ser mala wilatiyên Kurd kirine ku piraniya wilatiyê taxê han li xewêde bûne.
Ew karê hêzên dewleta Îranê bûye cihê tirsa wilatî û bi taybetî zarokan.
Çavkaniyê got ku:hêzên Întizamî ên cêgir li pasgeha Hesenawa zû bi zû êrişî ser malên wilatiyan dikin û ji bilî geryana naw malên wan, mahwareyên wan tewî xwe dibin.

Heyamek berî niha şahidekê bi Kurdpa,ê ragehand:hêzên întizamî piştî zewt kirina dezgehên mahwareyan, bi nirxekî kêmtir bi xelkê difiroşe.

Her wisa heyamek berî niha hêzên rejîma Îranê li pasgeha Dizlî a herêma hewramanê êrişî ser wî gundî dikin û mahwareyên wan digirin.