Zext û givaşên hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê li ser welatiyan

20:04 - 1 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê li Sine a rojhilatê kurdistanê, bo careke din rijiyan ser şeqaman û bi komkirina satalît û mahwareyan, dest bi eziyeta hemwelatiyan kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro1’ê Şibat (February) a 2015’an, hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê çûn nav kulanan û bi berhevkirina mahwareyan, şêniyên deverê eziyet kirin.

Hefteya borî jî li bajarê Paweya rojhilatê Kurdistan, hêzên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê dîsan dest bi komkirina satalîtên welatiyan kiribûn û wê kiriyara wan azar û eziyeta hemwelatiyan bi pey xwe hiştibû.

Di heyamê çend salên borî de bi caran mahwareyên welatiyan li deverên Kurdakincî hatine berhev kirin ku li hindik deveran pevçûn navbera welatiyan û hêzên ser bi hikûmetê ve hatine holê.