Zext û givaşên hêzên dewleta Îranê bo ser xelkê Kurdistanê dom dike

13:30 - 21 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê şopek nû ji zext û givaşan bo ser wilatiyê bajarê Makûyê di meşînin.

li gor nûçeya gihîştî bi ajansa Kurdpa: çend rojan berî niha hêzên întizamî êrişî ser gundên herêma “Çaldoran”a ser bi bajarê Makoyê dikin û ji bilî geryana malên wilatiyan, dest bi ser hin ji kel û pelên wek Cixere û Parçe de girtin.

Çavkaniyek haydar li herêmê bi nûçegihaniya Kurdpa got: hêzên dewletê li herêma çaldoranê li çendîn cihan teqe ji tirombêlên wilatiyan kirine.çavkaniya han base vê yekê jî kir,hejmarek ji Ferhengî û Xwendekarên herêmê di nameyekê de jibo deftera Xaminêyî, ragehandine ku dive dewleta Îranê dest ji kuştina wilatiyên Kurd hilgire.